Konferansa Okyanûsê: Masîgiriya îllegal û endurstriyî, tine dike

Konferansa bi navê "Okyanûsa Me" ya li bajarê Viña del Mar ê Şîlî bi beşdariyeke xurt hat lidarxistin, du rojan dewam kir

Konferansa bi navê "Okyanûsa Me" ya li bajarê Viña del Mar ê Şîlî bi beşdariyeke xurt hat lidarxistin, du rojan dewam kir. Ji 90 welatan 400 siyasetmedar, zanyar û nûnerên cîhana kar beşdarî konferansê bû. Di konferansê de hat destnîşankirin, ku masîgiriya îllegal û endustriyî ya li okyanûsan, cureyên zindiyan tine dike.

Nûnerê Rêxistina Parastina Jiyana Xwezayî ya Cîhanê (WWF) Jûan Vîlata piştî konferansê ji medyayê re axivî û anî ziman ku masiyên piştî girtinê ji ber biçûkbûnê tên berdan, bi dehan mîlyon tonî ne. Vîlata diyar kir, ku masiyên ji ber li armanca bikaranîna endustriyî nayên tên telefkirin, di heman rêjeyê de ye.

Pisporên di konferansê de axivîn anîn ziman, ku tinebûna cihêrengiya biyo û asîtbûyîna ji ber wergirtina karbonê ya li okyanûsan, di asteke alarmê de ye. Pisporan, ji bo parastina cihêrengiya biyo ya li okyanûsan û ji bo masîgiriya dikare bê dewamkirin de, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di konferansa okyanûsê de, ku ya destpêkê par bi însiyatîfa Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry hat kirin, hat destnîşankirin, ku tinebûna okyanûsan tê wateya 'tinebûna jiyana li cîhanê'. John Kerry di axaftina xwe ya li konferansê de diyar kir ku pirsgirêk ne pirsa 'gelo okyanûs di rewşeke xetere de ne yan na?' ye, ya girîng ew e ku tevahiya cîhan ji bo parastina okyanûsan tedbîran bigire û zîhniyeta xwe biguherîne.

Rêveberiya DYA roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku ji bo pêşîgirtina li masîgiriya îllegal a li okyanûsan, însiyatîfeke torê hatiye avakirin û ev însiyatîf wê li gelemperiya cîhanê çavdêriyê bike.

Masîgiriya îllegal û bi armanca endustriyî yên li okyanûsan, ku ji sedî 70 ê rûyê erdê ye, her wiha guherîna avhewayê, tê zanîn ku zerareke cidî didin celebên zindiyan. Li gorî pisporan, ji sala 1970'ê û vir ve hejmara zindiyên li okyanûsan bi qasî nîvî, kêm bûye.