Ji bo têkoşîna li dijî germbûna global, fonên pêwîst hînê kêm in

Di kombûna Civata Giştî ya li paytexta Perû Lîmayê bi hevkariya IMF-Banka Cîhanê hat lidarxistin de Chrîstîne Lagarde axivî û diyar kir, ku dem hatiye 'baceke karbon' a li gelemperiya cîhanê derbasdar be, bê ferzkirin.

Di kombûna Civata Giştî ya li paytexta Perû Lîmayê bi hevkariya IMF-Banka Cîhanê hat lidarxistin de Chrîstîne Lagarde axivî û diyar kir, ku dem hatiye 'baceke karbon' a li gelemperiya cîhanê derbasdar be, bê ferzkirin. Fonên OECD a ji welatên ji aliyê aboriya cîhanê ve li pêş in pêk tê, ku ji têkoşîna li hemberî germbûna global veqetandine, gihaşt 62 mîlyar dolarî.

Lagarde got, "Ji bo bicihanîna baca karbon, em di dema herî guncaw de ne" û anî ziman ku ev bac dikare têkoşîna li dijî germbûna global fînanse bike.

Lagarde îdîa kir, ku ji ber rewşa sekinî ya aboriyê, baca karbon pêwîstiyeke û anî ziman ku bi saya baca karbon, welatên cîhanê wê di krîzeke gengaz de ji bo têkoşîna li dijî germbûna global 'çavkaniyeke ewle' biafirînin.

Seroka IMF Lagarde ji bo baca karbonê, ji pêkanînên welatên Ewropayê mînak nîşan da û da zanîn, ku li şûna kota ji bo emîsyonên karbondîoksît (CO2) bê destnîşankirin, bac wê 'çêtir' be.

Li aliyê de hat gotin ku budçeya welatên cîhanê yên ji aliyê aboriyê ve li pêş in a ji bo têkoşîna li dijî germbûna global veqetandine, kêm be jî hinekî zêde dibe.

WELATÊN OECD BI QASÎ 62 MÎLYAR DOLARÎ FON VEQETANDIN

Di raporek ji aliyê Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariyê ya Aboriyê (OECD) de hat weşandin, hat diyarkirin ku di sala 2014'an de ji bo têkoşîna li dijî germbûna global 61,8 mîlyar dolar hatine bikaranîn.

Di raporê de hat ragihandin ku ev rêje di sala 2013'an de 52,2 mîlyar dolar bû û bi vî rengî bi 10 mîlyar dolarî zêde bûye.

Di çarçoveya lihevkirinên çend sal berê yên Neteweyên Yekbûyî de, hatibû destnîşankirin ku armanc; di têkoşîna li hemberî germbûna global de heta sala 2020'an salane 100 mîlyar dolar fon bê veqetandin.

Tê payîn ku polîtîkayên NY yên dehan salên pêş ên li ser têkoşîna li hemberî germbûna global de, di 30'ê Mijdarê de bi konferansa COP21 a li Parîsê re bike biryar.