Fransa 5 Fasî û Tirkên endamê El Qaîdeyê, ji welatîbûnê derdixîne
Fransa, pêkanîna xwe ya wergirtina mafê welatîbûnê ji kesên tevlî sûcên terorê û komkujiyan bûye, dixe meriyetê.
Fransa, pêkanîna xwe ya wergirtina mafê welatîbûnê ji kesên tevlî sûcên terorê û komkujiyan bûye, dixe meriyetê.
Fransa, pêkanîna xwe ya wergirtina mafê welatîbûnê ji kesên tevlî sûcên terorê û komkujiyan bûye, dixe meriyetê. Der heqê 5 kesên ji ber sûcê alîkariya ji bo komkujiya sala 2003'an a li Fasê ku 45 kes hatin qetilkirin de ceza girtin û di heman demê de welatiyên Fas û Tirkiyeyê ne, vê prosedurê destpê kir.
Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve anî ziman ku biryara pêwîst a li ser derxistina ji welatîbûnê ya 5 kesên navê wan di komkujiya Casablanca de derbas dibe, pêşkêşî Serokwezîr Manûel Valls hatiye kirin. Cazeneûve ragihand, ku ew ê polîtîkaya xwe ya derxistina ji welatîbûnê ya kesên navê wan di sûcên heman rengî de derbas dibin, bi 'biryardarî' bidomînin.
Li Fransayê, cara yekê ye ku 5 kes ji ber heman sedemê ji welatîbûnê tê derxistin. Çar ji van kesan Fasî ne, yek jî di heman demê de welatiyê Tirkiyeyê ye.
Li gorî qanûna sala 1998'an, derxistina ji welatîbûnê; ancax eger kesên mijara gotinê xwedî welatîbûneke duyemîn bin, dikare bêkirin. Qanûnên navneteweyî dibin asteng ku mirov bikevin statuya 'bêwelatiyê'.
Ji van 5 kesên ku mafê welatîbûna Fransayê winda bikin, wê were xwestin ku xaka Fransayê biterikînin.