Li Fîlîstînê herî kêm 7 kes hatin qetilkirin

Alozî û pevçûnên navbera Fîlîstîniyan û şêniyên Yahûdî û leşkerên Îsraîlê, ku roja 1'e Cotmehê destpê kirin, her dijwar dibin.

Alozî û pevçûnên navbera Fîlîstîniyan û şêniyên Yahûdî û leşkerên Îsraîlê, ku roja 1'e Cotmehê destpê kirin, her dijwar dibin. Di destwerdana leşkerên Îsraîlê ya li xwepêşandêrên li Gazze û Şerîa Rojava de, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî sed kes jî birîndar bûn.

Fîlîstîniyên ku li hemberî şêniyên Yahûdî xaka xwe diparêzin, di meha Îlonê de dest bi xwepêşandanên protestoyî kirin. Ev xwepeşandan ji 1'e Cotmehê û vir ve bi giranî li Şerîda Gazzeyê rû didin.

Di pevçûnên duh ên li nêzî sînorê Îsraîlê de herî kêm 6 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku yek ji mirovên jiyana xwe ji dest dane zarokê bi navê Mûhammed el Rapab ê 15 salî ye.

Rayedarên Îsraîlê jî îdîa kirin, ku mirin ji ber gulereşandina li 200 ciwanên li bakurê Gazzeyê kom bûbûn û dest bi meşê kirin, rû daye. Rayedarên Îsraîlê îdîa kirin ku Fîlîstîniyên xwepêşandana protestoyî lidar xistine, bi kevir û lastîkên şewitandî êrîşî hêzên ewlekariyê kirine.

Di pevçûnên li Kiryat Arba ya li Şerîa Rojava de, Fîlîstîniyekî jiyana xwe ji dest da.