Hejmara miriyan a li Gûatemala gihîşt 220 kesan

Li Gûatemala yê, bîlançoya drama însanî ya ji ber şemitîna erd a di hefteya derbasbûyî de rû da, giran dibe.

Li Gûatemala yê, bîlançoya drama însanî ya ji ber şemitîna erd a di hefteya derbasbûyî de rû da, giran dibe.

Hat ragihandin, ku di karesata şemitîna erd a li qiraxa çemekî li Santa Catarîna Pînûla ya li nêzî paytextê de, hejmara miriyan gihaştiye 220 kesan. Li gorî daxuyaniya rayedaran, hejmara mirovên piştî karesatê winda bûne, 350 ye.

Yekîneyên parastinê yên sivîl da xuyakirin, ku ew bi fikar in mirovên weke winda hatine qeydkirin, jiyana xwe ji dest dabin.

Di 1'ê Cotmehê de, ji ber barana dijwar, li herêmeke berfireh a li qiraxa çemekî, erd şemitî bû. Piştî vê jî gelek taxên li vê herêmê di binê axê û heriyê de mabûn.