Mezinbûna aboriya Yewnanîstanê, herî zû wê di 2017'an de pêk were

Syrîza û Anel ên ku piştî hilbijarinên 20'ê Îlonê careke din koalîsyon pêk anîn, muzakereyên xwe yên di çarçoveya paketa alîkariya bi Herêma Euro re li ser li hev kiriye, didomînin.

Syrîza û Anel ên ku piştî hilbijarinên 20'ê Îlonê careke din koalîsyon pêk anîn, muzakereyên xwe yên di çarçoveya paketa alîkariya bi Herêma Euro re li ser li hev kiriye, didomînin. Li gorî hikûmetê, biçûkbûna aboriyê wê di sala pêş de jî dewam bike û dixwaze, ji sala 2017'an û pê ve dest bi ji nû ve kombûnê bike.

Li ser navê Herêma Euro Serokê Eurogroupe Jereon Djsselbloem da xuyakirin, ku muzakereyên bi hikûmeta Yewnanîstanê re yên li ser krediyeke ji 2 mîlyar euroyî dewam dikin û ew li bendê ne ku di nava vê mehê de li ser hin reforman biryar werin stendin. Djsselbloem ragihand ku ji bo pareke din a krediyê ya ji 1 mîlyar euroyî ku difikirin heta dawiya salê serbest berdin, ew li bendê ne hin rêze reformên din werin kirin.

Koalîsyona partiyên Syrîza û Anel, di çarçoveya pêşnûmeya budçeya nû de, armancên xwe yên li ser mezinbûna aboriyê diyar kir. Tê payîn ku heta dawiya vê salê aboriya Yewnanîstanê bi qasî rêjeya ji sedî 2,3 biçûk bibe û hatineya neteweyî di sala 2016'an de jî kêm bibe. Tê texmînkirin ku biçûkbûn di sala pêş de bi rêjeya ji sedî 1,3 dewam bike.

Li gorî pîvandinên hikûmetê, mezinbûna di aboriyê de, ancax piştî sala 2017'an pêkan be.

Kêmbûna hatineya neteweyî ya Yewnanîstanê ji sala 2008'an û vir ve dewam dike. Ev paşdemayîn di sala 2011'an de gihaştibû asta ji sedî 8,9'an.