Li Portekîzê pêkhatina koalîsyona çep hînê pêkan e
Li Portekîzê, piştî hilbijartinên roja Yekşemê, dibetiya kaolîsyona di navbera partiyên çep de, xwe nîşan da.
Li Portekîzê, piştî hilbijartinên roja Yekşemê, dibetiya kaolîsyona di navbera partiyên çep de, xwe nîşan da.
Li Portekîzê, piştî hilbijartinên roja Yekşemê, dibetiya kaolîsyona di navbera partiyên çep de, xwe nîşan da. Tevî Bloka Çep, Komunîstan û Partiya Sosyalîst (PS) a li çepa navendî cih digire anîn ziman ku ew bi erênî nêzî koalîsyoneke gengaz dibin.
Di hilbijartinên roja Yekşemê de koalîsyona rast-rastgiriya navendî PSD-CDS bi giştî 105 kursî ji parlamenta ji 230 kursiyan wergirt û piraniya kursiyên li parlamentê winda kir. Di hilbijartinên ku PS 85 kursî wergirtin de Bloka Çep (BE) 19 û tifaqa ji Partiya Komunîst (PCP) û Keskan 17 kursî bi dest xistin. Bi vî rengî, piştî 4 salan derfet afirî ku koalîsyona PSD-CDS ên polîtîkaya şidandina kemberê ya Yekîtiya Ewropayê ferz dike, bê qedandin.
Lê belê ji bo ku li dijî polîtîkayên şidandina kemberê yên Yekîtiya Ewropa û Herêma Euro were derketin, pewîste PS ji bo koalîsyoneke çep bi partiyên din ên çep re li hev bike.
Li ser navê Komunîstan (PCP) Serokê Giştî Jeronîmo de Soûsa piştî hevdîtina bi lîderê PS Antonîo Costa daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji bo koalîsyonê amade ne. Soûsa got, "Modeleke gengaz a hikûmeta Partiya Sosyalîst, wê ji me piştgiriyê bibîne."
Lîderê PS Antonîo Costa jî anî ziman ku ew ji koalîsyona bi PCP û Bloka Çep (BE) a weke Syrîza ya Portekîzê tê zanîn, negirtî ne.
Serokwezîr Pedro Passos Coelho yê ku di hilbijartinan de piraniya kursiyên li parlamentê winda kir, ji bo hevdîtinên koalîsyonê wê di destpêkê de bi PS re bide û bistîne.
Lîderê PS Costa di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de anîbû ziman, ku eger hikûmeta alternatîf neyê avakirin, ew ê li hemberî reformên hikûmeta rastgir nebe asteng. Ev helwest jî li pêşiya koalîsyona bi partiyên çep BE û PCP weke astengiya herî mezin tê dîtin.