Piraniya wesayîtên bi fen ên Volkswagen li Ewropayê ne
Li ser skandala emîsyonê ya di wesayîtên bi motora dîzel ên Volkswagen de derket holê, hejmarên nû tên dayîn.
Li ser skandala emîsyonê ya di wesayîtên bi motora dîzel ên Volkswagen de derket holê, hejmarên nû tên dayîn.
Li ser skandala emîsyonê ya di wesayîtên bi motora dîzel ên Volkswagen de derket holê, hejmarên nû tên dayîn. Volkswagenê ragihand ku ji van wesayîtan 8 mîlyon li Ewropayê ne. Şîrket hewldanên xwe yên ji bo 'wergirtina îtibara xwe' didomîne.
Derketibû holê ku Volkswagen, bi rêya softwareyek li Ewropa û DYA qedexe re di nirxên emîsyona wesayîtan de fen kiriye û aşkera bûbû ku nirxê emîsyonê yê 11 mîlyon wesayîtên bi motora dîzel a bi tîpa EA 189, zêdeyî rêjeya tê zanîn e.
Der barê skandalê de wê li Meclîsa Nûneran a DYA li rêveberên Volkswagenê bê guhdarîkirin. Rêveberên Volkswagen, giraniyê didin ser xebatên ji bo sererastkirina îmaja şîrketê. Di nûçeya hejmara îro ya rojnameya Handelsblatt de, cih ji nameyeke lêborînê ya rêveberiya Volkswagen ji parlamenterên federal ên Elman re şandibû, hat veqetandin. Di nameyê de tê îdîakirin ku bi alîkariya dadgeriya Elman û Amerîka re wê ji bo 'aşkerakirina kêmasiyên derketine holê' hewldan were dayîn.
Di nava rêveberiya ku name şandiye de, berdevkê hikûmeta dema Serokwezîrê berê yê Elmanya Gerhad Schroder, Thomas Steg jî heye.
8 MÎLYON JI 11 MÎLYON WESAYÎTÊN BI FEN, LI EWROPAYÊ NE
Di daxuyaniya Volkswagenê de hat ragihandin ku hejmara wesayîtên fen tê de hatiye kirin 11 mîlyon e û ji van jî 9 mîlyon li welatên Ewropayê hatine firotin.
Midûrê giştî yê nû yê şîrketê Matthîas Muller jî ji bo ji nû ve wergirtina îtibara' piştî skandalê ji dest çû, di nava hewldanan de ye. Tê payîn ku rêveberiya Volkswagen û nûnerên xebatkaran îro li hev bicivin û der barê tedbîrên piştî skandalê de werin wergirtin, agahî bên dayîn.
Her wiha tê payîn ku beşek ji encamên lêpirsîna ku şîrketê di nava xwe de daye destpêkirin, sibe bi raya giştî re parve bike.
Di vê navberê de parlamenterên Parlamenta Ewropayê jî wê îro li ser skandala emîsyonê ya Volkswagenê nîqaşan bimeşînin.