Lûkaşenko 'dîsa' bû serokkomar
Di hilbijartinên serokkomariyê yên duh ên li Rûsya Spî de, mîna ku dihat hêvîkirin ti surprîz derneket. Aleksander Lûkaşenko yê ku 21 sal in wezîfeya serokkomariyê dimeşîne, zêdeyî ji sedî 80 ê dengan stend.

Di hilbijartinên Rûsya Spî de ku zêdeyî ji sedî 80 ê hilbijêran deng bi kar anîn, hat ragihandin ku Lûkanşenko rêjeya ji sedî 80 ê dengê xwe yê sala 2010'an derbas kiriye û bi qasî rêjeya ji sedî 84 a dengan stendiye. Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya li hilbijartinê ji sedî 86,7 e. Hat gotin ku temamiya namzetên din kêmî rêjeya ji sedî 5'an wergirtine.
Lîderê Rûsya Spî Aleksander Lûkaşenko, wezîfeya ku ji sala 1994'an û vir ve dimeşîne, bi taybetî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve bi tundî tê rexnekirin. Lûkaşenko ku Yekîtiya Ewropa îdîa dike, welat veguherandiye rêveberiyeke dîktatoryel, aboriya welêt bi giranî bi Rûsyayê ve girê daye.
Rûsya Spî, ku bi zexta xwe ya li hemberî mûxalefetê tê dîtin, di nava welatên Ewropayê de yekane welatê ku cezayê îdamê lê heye. Hikûmeta Rûsya Spî ku ev demeke dirêj e rastî pêkanînên Yekîtiya Ewropayê tê, herî dawî malovanî ji Hevdîtinên Mînskê yên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de kiribû. Li Lûkaşenko bi xwe hatiye qedexekirin ku biçe welatên Yekîtiya Ewropayê.