Di erdheja Afganîstan-Pakîstanê de herî kêm 300 kes mirin
Hejmara mirovên di erdheja li Pakîstan û Afganîstanê de jiyana xwe ji dest dan, zêde dibe. Hat ragihandin ku li her du welatan herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî pîvaneka Rîcher ê li bakurrojhilatê Afganîstanê û li Pakîstanê bi dijwariya 7,5'an erd hejiya. Li gorî daxuyaniyên destpêkê li Afganîstan 63 kesan, li Pakîstanê jî 214 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tê gotin ku ji ber hejmara zêde ya birîndaran, fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. Serokdewletê Afganîstanê Abdullah Abdullah piştî erdhejê daxuyanî da û diyar kir ku windahiyeke giran a însanî û madî rû daye. Abdullah anî ziman ku ji ber xetên tekiliyê yên li herêmê hatine birîn, ew agahiyên zelal nikarin werbigirin.
Erdhej li rêzeçiyayên Hîndîkûş ê navbera her du welatan rû da û tê gotin ku rê li ber xisareke mezin a madî vekiriye.