Li Swêdê lingê protez ê kesekî bêmal hat dizîn

Li paytexta Swêd Stockholmê, lingê protez ê kesekî bêmal, ku li derve dijî, hat dizîn.

Li paytexta Swêd Stockholmê, lingê protez ê kesekî bêmal, ku li derve dijî, hat dizîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a TT, ku di medyaya giştî ya Swêdê de cih girt, vî şexsî beriya razanê lingê xwe yê protez derxist.

Dema hişyar bû dît ku lingê wî yê protez nîne û li ser vê yekê ji polîsan re ragihand ku lingê wî yê protez hatiye dizîn. Ekîba polîsan a hat cihê bûyerê, ji ber sûdariya dizîtiyê lêpirsîn da destpêkirin. 

Polîs dibêjin ku ew hêvîdar in wê kesê protez diziye, wî biavêje û bi vî rengî protez wê bigihêje xwediyê xwe.