Li Lîbyayê helîkopterek hat xistin: Herî kêm 13 kes mirin
Li Lîbyayê, helîkopterek ji personelên leşkerî yên hikûmeta Trablûsê hat xistin. Di bûyerê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Helîkoptereke hikûmeta Trablûsê ya li qad navneteweyî nayê naskirin, li herêma El Maya ya li rojavayê paytextê hatiye xistin. Rayedarên leşkerî yên hikûmeta Trablûsê dan xuyakirin, ku ji 19 wezîfedarên di helîkopterê de, 13 kesan jiyaan xwe ji dest dane.
Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, ji payebilindên koma milîs a bi navê Fecr Lîbya ya ku Trablûsê kontrol dike albay Huseyîn Ebû Deyya jî heye.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Trablûsê, li pişt êrîşa li hemberî helîkopterê hikûmeta Tobrûkê heye. Hikûmeta Tobrûkê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke nûnerê rewa yê Lîbyayê tê qebûlkirin.