Senatoya Fransayê li pêşiya şertê zimanên hindikahî û herêmî bû asteng
Li Fransaye, ku wê di meha Kanûnê de hilbijartinên herêmî lê werin lidarxistin, senatorên rastgir, li pêşiya bicihanîna Şertê Zimanê Hindikahî û Herêmî yê Ewropayê bûn asteng.
Li Fransaye, ku wê di meha Kanûnê de hilbijartinên herêmî lê werin lidarxistin, senatorên rastgir, li pêşiya bicihanîna Şertê Zimanê Hindikahî û Herêmî yê Ewropayê bûn asteng.
Li Fransaye, ku wê di meha Kanûnê de hilbijartinên herêmî lê werin lidarxistin, senatorên rastgir, li pêşiya bicihanîna Şertê Zimanê Hindikahî û Herêmî yê Ewropayê bûn asteng. Bi qebûlkirina pêşnûmeya ji bo guhertinê re, pêkanîna vî şertî bi awayekî otomatîk hat redkirin.
Fransa, ku weke endamê Konseya Ewropayê şertê ji bo parastin û pêşvebirina zimanên herêmî di sala 1999'an de îmze kir, di bicihanîna vî şertî de zehmetiyan dikişîne. Di dengdayîna duh a li Senatoyê de ku baskê jorîn ê parlamentê ye, bi dengên senatorên partiyên rastgir re, bicihanîna vî şertî hat redkirin.
Di dengdayînê de 180 senatoran destek dan pêşnûme pirsa li dijî Şertê Zimanê Hindekahî û Herêmî yê Ewropayê. 153 senatorên çepgir jî, ev pêşniyar red kirin.
Françoîs Hollande yê ku di sala 2012'an de ji bo Serokkomariyê hat hilbijartin, soz da bû ku ji bo bicihanîna Şertê Zimanên Hindekahî û Herêmî yê Ewropayê, wê li Meclîsa Neteweyî û Senatoyê dengdayînê pêk bîne.
Tê payîn ku Partiya Sosyalîst (PS) a ku Hollande endamê wê ye, di hilbijartinên herêmî yên meha Kanûnê de derbek mezin bixwe û têk biçe. Dihat hesibandin ku qebûlkirina vî şertî wê beriya hilbijartinan bandoreke erênî li PS bikira.
Piştî dengdayîna li Senatoyê, Serokwezîr Manûel Valls bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û rexne li dijberiya senatorên rastgir kir, Valls destnîşan kir ku senatorên rastgir 'bi xemsarî nêzî bendewariyên xwecihiyan dibe'."
Li Fransayê, piraniya wan li xakên aliyê din ê deryayê ne bi qasî 75 zimanên herêmî tên bikaranîn. Li nava Fransayê bi xwe zimanên Alsasî, Baskî, Flamanî, Oksîtanî, Bretonî û Korsîkayî tê axaftin. Lê belê rêjeya bikaranîna zimanên herêmî gav bi gav kêm dibe. Beşeke mezin a mirovên bi van zimanan diaxivin, mirovên extiyar in.