Li Misirê eleqeya ji bo tûra duyemîn a hilbijartinan kêm e
Li Misirê, dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentê dewam dike. Di tûra yekemîn de rêjeya beşdariyê ji sedî 26,5 bû. Tê gotin ku rêjeya beşdariya tûra duyemîn wê kêmtir be.

Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hlibijartinên 14 ji 27 wîlayetan, wê du rojan bidome.
Ji bo diyarkirina beşa mayî ya parlmanetê, hilbijartinên li wîlayetên din wê di 22 û 23'ê Mijdarê de bên kirin. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 1 û 2'ê Kanûnê de were kirin.
Li Misirê hilbijartinên giştî bi du qonaxan di nava meh û nîvekê de tên kirin. Herî dawî di hilbijartinên giştî yên dawiya sala 2011'an û destpêka sala 2012'an de Tifaqa Misirê ya Demokratîk a ku desteka Biratiya Misilman girt, bi ser ketibû.
Mûhammed Mûrsî yê bi desteka Biratiya Misilman ji bo Serokkomariyê hat hilbijartin, di Tîrmeha 2013'an de bi darbeya leşkerî ya bi pêşengiya Serokê Fermandariya Giştî Abdulfettah Sîsî, ji wezîfeyê hatibû girtin. Di bûyerên piştî vê yekê de bi qasî 1.400 endamên Biratiya Misilman hatibûn ukştin, bi qasî 15 hezar jî hatin girtin.