Li Elmanyayê nîqaşa 'ji penaberan re li şûna pere, alîkariya xwarinê'

Li Elmanyayê, bi zêdebûna hejmara penaberên îsal hatin re, nêzîkatiyên populîst ên ji bo birîn alîkariya kêm a pere ya ji bo penaberan, zêde bûn.

Eyaleta Hessenê ya ji aliyê Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) ve tê birêve birin, ji bo ku li şûna alîkariya pere bi tenê alîkariya xwarinê û desteka xizmetê bide, dest bi kar kir.

Berdevka Wezareta Xizmetên Civakî ya Eyaletê Esther Walter ji rojnameya Frankfûrter Rûndschaû re axivî û anî ziman ku 'bandora' du alternatîfên 'alîkarariya pere yan jî xwarinê' ya ji bo penaberan tê lêkolînkirin. Ev biryar, piştî ku biryara nû ya penaberiyê ku penaberên serlêdana wan red bûne bi lez û bez dersînor dike ket meriyetê, hat rojevê.

Dibetiya birîna alîkariya pere, ku eyaleta Hessenê 'kiriye mijara lêkolîna xwe', wê ji bo penaberên destpêkê serlêdan kirine û li 'wargehên penaberan' tên ragirtin, derbasdar be.

Tê gotin ku di wergirtina vê biryarê de Serokwezîrê Eyaletê Volker Boûffîer ê CDU'yî, bi bandor e. Boûffîer di daxuyaniyeke xwe ya çend meh berê de ev gotinên sosret bilêv kiribi: "Mamosteyekî ji Arnavûtlûkê tê, li Elmanyayê xwe xerciyekî ku ji meaşê li welatê xwe digire zêdetir e, werdigire."

Li Elmanyayê, ku par 203 hezar penaberan serlêdan kirin, îsal di 9 mehên destpêkê de 303 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Bi taybetî di meha Tebaxê de hejmara penaberan gelekî zêde bûn û tê texmînkirin ku hînê bi deh hezaran penaberan serlêdan nekirine.

Dîsa tê texmînkirin ku hejmara penaberên ji destpêka vê salê û vir ve xwe gihandine Elmanyayê zêdeyî 600 hezar e. Nayê zanîn ku Elmanya ji bo çiqas ji van 'rawestgeha dawî' ye.