Kedkarên li Swêdê wê di gorê de teqawît bibin

Li Swêdê, hikûmeta koalîsyonê ya ji Sosyal Demokrat û Keskan amadekariyê dikin ku temenê teqawîtbûnê li şûna 65'an bike 67.

Li Swêdê, hikûmeta koalîsyonê ya ji Sosyal Demokrat û Keskan amadekariyê dikin ku temenê teqawîtbûnê li şûna 65'an bike 67. Lê belê partiyên rastgir ên li mûxalefetê qîma xwe bi vê jî nîne û dixwaze temenê teqawîtbûnê bibe 69.

Wezîra Ewlekariya Civakê Annîka Strandhell da xuyakirin, ku ji bo fînansekirina sîstema teqawîtbûnê pêwîste mirov hîn bêhtir bixebitin. 

Lê sendîka li dij in ku temenê teqawîtbûnê bê bilindkirin. Serokê Duyemîn ê Konfnederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê Tobîras Baûdîn diyar kir ku nîqaşên li ser bilindkirina temenê teqawîtbûnê şaş in û anî ziman ku endamên wan, ji ber mercên nebaş ên xebatê û tempoya giran a kar, nikarin heta 65 salî bixebitin.

Baûdîn da zanîn ku li şûna bilindkirina temenê teqawîtbûnê, divê rêyên çareseriyê bên peydakirin ku mirov karibin heta 65 salî bixebitin. Baûdîn anî ziman ku ew li dijî destwerdana siyasetmedaran a li temenê teqawîtbûnê ne, divê ev pirsgirêk di navbera sendîkayan û karsazan de were çareserkirin.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Swêdê jî, li dij e ku siyasetmedar ji bo bilindkirina emrê teqawîtbûnê, ketine nava hewldana guhertina qanûnê. Şefa Beşa Bazara Kar a Odeyê Carîna Lîndfelt da xuyakirin ku ew li hemberî vê hewldana siyasetmedaran e û ragihand ku di vê mijar di navbera karker û karsazan de bê nîqaşkirin û bi vî rengî biryar li ser were dayîn.

Sendîkayên karmendan, li hemberî hewldana bilindkirina emrê teqawîtbûnê helwest nîşan dan. Şefê Peymana Tomerî ya Federasyona Unionen Nîklas Hjert diyar kir ku wan bi gelek karsazên di sektora pîşesazî, înşeat û bazirgahiyê de peymana 'teqawîtbûna nerm' mor kirine û ji bo dema xebatê ya karkeran ew ê bi xwe biyarê bidin.

Hjert da zanîn ku li gorî lêkolînek di nava endamên xwe de aşkera bûye, ku 7 ji 10 xebatkaran dixwazin ku ji bo hêza wan têra emrê teqawîtbûnê bike, saetên kar bên kêmkirin.