Li Awûstralyayê Kurdek bû qurbanê polîtîkayên penaberiyê
Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê yê li kampa penaberan a li Girava Chrîstmas a Awûstralyayê dihat ragirtin, dema hewl da bireve, jiyana xwe ji dest da.
Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê yê li kampa penaberan a li Girava Chrîstmas a Awûstralyayê dihat ragirtin, dema hewl da bireve, jiyana xwe ji dest da.
Saziyên ku mafên penaberan diparêzin dan xuyakirin ku penaberê Kurd ê bi navê Fazil Çegenî bûye qurbanê polîtîkayên penaberiyê yên tund ên Awûstralyayê.
Li gorî daxuyaniya Saziya Koçê ya Awûstralyayê, Çegenî di sibeha 7'ê Mijdarê de, ji kampa penaberan a li girava Chrîstmasê reviya. Li dû bûyerê polîsan dest bi operasyoneke lêgerînê kirin, lê cesedê Çegenî dîtin.
Heta niha ti agahî nehatine bidestxistin, ku Çegenî çawa jiyana xwe ji dest daye yan jî hatiye kuştin.
Saziyê diyar kir ku lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike û daxuyaniyeke berfireh a li ser mijarê wê niha neyê dayîn.
Hat ragihandin ku Çegenî di sala 2010'an de hatibû Awûstralyayê û ev 10 hefte bûn li kampa penaberan a li Girava Chrîstmasê dihat ragirtin.
Berdevkê Koalîsyona Çalakiya ji bo Penaberan Îan Rîntoûl anî ziman ku ragirtina dema dirêj li kampa penaberan bandor li Çegenî kiriye û mirovekî ku daxwaza xwe ya bi tenê, derketina derve bû.