Li Îngilîstanê binçaviya Yekşem a bi xwîn
Li Bakurê Îrlandayê, di çarçoveya lêpirsîna li ser mijara Yekşem a bi xwîn de, ku yek ji girantirîn komkujiyên ji aliyê Îngilîstanê ve hatiye kirin e, leşkerekî berê yê Îngilîz hat binçavkirin.
Li Bakurê Îrlandayê, di çarçoveya lêpirsîna li ser mijara Yekşem a bi xwîn de, ku yek ji girantirîn komkujiyên ji aliyê Îngilîstanê ve hatiye kirin e, leşkerekî berê yê Îngilîz hat binçavkirin.
Di 30'ê Çileya 1972'an de leşkerên Îngilîz gule li xwepêşandaneke aştiyane reşandibûn û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 14 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî ku hevdîtinên aştiyê yên di navbera IRA û Îngilîstanê de bi ser ketin, der barê Yekşem a bi xwîn de lêpirsîn hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de yekemcar duh girtinek pêk hat. Polîsê Îngilîz ê bûyerê lêkolîn dike, leşkerekî berê yê Îngilîz ê 66 salî yê li Londonderry dimîne, kirin binçavan.
Polîsê Îngilîz, vî leşkerî ji kuştina xwepêşandêran Wîllîam Nash, Mîchael McDaîd û John Joûng berpirsyar dibîne.
Rayedarên Îngilîz hînê li ser asta lêpirsînê daxuyaniyeke zelal nehatiye dayîn. Lê belê çapemeniya Îngilîz ragihand ku di rojên pêş de wê çend kesên din ji be bûyerê bên girtin.
Girtina leşkerê berê, di nava malbatên di Yekşem a bi xwîn de xizmên xwe winda kirine de, rê li ber xweşbîniyekê vekir. Buroya parêzeran Peter Madden a malbatan temsîl dike da xuyakirin, ku girtina bersûc ji bo wan cihê kefxweşiyê ye.
Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê jî ragihand ku ji mijara girtina leşkerê berê de ew hatiye agahdarkirin, lê belê di qonaxa heyî de ew ê li ser mijarê ti şîroveyê neke.
Ji ber Yekşem a bi xwîn, Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron ê di sala 2010'an de çû serdana Bakurê Îrlandayê, bi awayekî fermî lêborîn xwestibû.