"Tevkariyên" koçberan ên li Ewropayê tên hesibandin
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê diyar kir, ku ew li bendê ne heta sala 2017'an 3 mîlyon koçber bên Ewropayê.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê diyar kir, ku ew li bendê ne heta sala 2017'an 3 mîlyon koçber bên Ewropayê.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê diyar kir, ku ew li bendê ne heta sala 2017'an 3 mîlyon koçber bên Ewropayê. Rayedarên Ewropî dibêjin ku bi ahengiya koçber û penaberan re ji bo dema dirêj dikare aboriya Yekîtiya Ewropa were xurtkirin.
Li gorî tabloya ji aliyê Banka Ewropa ya ji bo ji nû ve avakirin û pêşvebirinê ve hat amadekirin, hatine koçberan ji her welatekî Ewropayê, xwedî bandoreke cuda ye.
Li gorî hesabên payîzê yên rayedarên Yekîtiya Ewropayê, di nava vê salê de wê mîlyonek, di nava sala pêş de mîlyon û nîvek û di sala 2017'an de jî wê nîv mîlyon koçber xwe bigihînin nava Yekîtiya Ewropayê.
Hat ragihandin, ku heta hemû penaber di heman astê de werin qebûlkirin, wê bruta hilberîna navxweyî di sala pêş de bi rêjeya ji sedî 0.21, di sala 2017'an de jî wê bi rêjeya ji sedî 0,26'an zêde bibe.
Tê hesabkirin ku herikîna koçberan, li ser sektora cemaweriyê ya Yekîtiya Ewropayê wê xwedî bandoreke gelekî bisînor a neyînî be.
Li welatên ku koçber ji bo derbasbûnê bi kar tînin, lêçûnên îsal di asta rêjeya ji sedî 0.2 tên hesibandin. Di sala pêş de wê ji sedî 0 be. Lêçûnên Elmanyayê ku di hedefa koçberan de ye, ji bo sala 2015'an ji sedî 0.2 tê hesibandin. Di sala 2016'an de tê payîn ku hinekî zêde bibe. Li Swêdê jî ev rêje wê bilindtir be.