Swêdê ji bo krîza penaberan artêşê bi kar tîne

Li Swêdê, ku bi sed hezaran penaberan xwe lê girtine, rêveberiya sivîl ji ber ku nikare bi krîza penaberan, alîkarî ji artêşê xwest.

Roja Duşemê, di dîroka welêt de piştî demeke dirêj, rayedarên leşkerî yekemcar li saziyên sivîl dest bi kar kirin. Komek ji efserên artêşê, di koordînasyona yekîneya lojîstîkê ya Navenda Koçê de wezîfe girt.

Navenda Koçê, ji roja destpêkê ya krîza penaberiyê û vir ve alîkarî ji saziyên afetê yên li welêt werdigirt. Lê belê vê destekê jî, ji bo bicihkirina penaberên diherikin Swêdê û bersivdayîna li pêwîstiyên wan, têrê nekir.

Dîrektorê navendê Fredrîk Bengtsson da xuyakirin, ku ji bo dema nêz cih nemane ku penaberên zêdetir lê bi cih bikin û ji sala 2012'an û vir ve hemû avahiyên dewletê jî tijî ne. Bengtsson diyar kir ku ev 4-5 roj in ew neçar in peanberan ne li avahiyan, li cihên weke salonên sporê bi cih bikin û anî ziman ku hewldana wan a sereke ji bo niha, bicihkirina penaberan e.

Swêd di nava Yekîtiya Ewropayê de yek ji welatên ku herî zêde barê penaberiyê hildigire ye. Swêdê, ji hemû penaberên Sûriyeyî yên ku di navbera salên 2013 û 2014'an de hatin re, mafê mayînê da.

Îsal zêdeyî 120 hezar penaberan xwe gihandin Swêdê. Yek ji 7 penaberên hatine Yekîtiya Ewropayê, rawestgeha xwe Swêd e. Rayedarên vî welatî didin zanîn, ku ev rêje ji bo welatekî ku 1 ji 50 nifûsa Yekîtiya Ewropayê ye, ev rêje gelekî bilind e.

Navenda Koçê li bendê ye ku heta dawiya vê salê zêdeyî 170 hezar penaber bên. Di dema dawî de her hefte bi qasî 10 hezar penaber tên Swêdê.