Elmanya dixwaze mafê mayînê yê bi sînor bide penaberên Sûriyeyî

Li Elmanyayê, ku tê payîn heta dawiya salê 1 mîlyon penaber serlêdana penaberiyê bikin, hat ragihandin ku tê plankirin, polîtîkaya deriyê vekirî yê Serokwezîr Angela Merkel bê terikandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hikûmeta Elman di çapemeniyê de hatin weşandin, tê plankirin ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê hatine, rewşeke taybet bê destnîşankirin. Li gorî vê planê, wê destûr ji penaberan re bê dayîn ku ji bo demekê li welêt bimînin.

Li gorî pêşniyarên ku tê payîn Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere pêşkêşî Merkel bike, wê ji penaberên Sûriyeyî re mafê mayînê yê ji bo salekê bê dayîn. Ev mirovên xwedî mafê mayîna demî ne, wê nikaribin ji mafê anîna malbata xwe sûdê werbigirin.

Di rojên destpêkê yên rûdana krîza penaberiyê de, Elmanyayê plan dikir ku sê salan mafê mayînê bide penaberan.

Merkel der barê mijarê de hînê daxuyaniyek nedaye. Lê belê Sekreterê Çapemeniyê yê Merkel ragihand, ku Serokwezîr destekê dide Wezîrê Karên Hundir.

Alîkara Seroka Giştî ya CDU Jûlîa Klockner jî da xuyakirin ku tedbîrên niha Elmanyayê wergirtine, têra çareserkirina krîza penaberan nakin.