Pûtîn: Armanca me ya li Sûriyeyê têkoşîna li dijî terorîzmê ye
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn da xuyakirin, ku armanca wan a sereke ya li Sûriyeyê 'têkoşîna li dijî terorê' ye.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di pêşangeha li Moskowayê ya bi wesîleya salvegera avabûna bajarê herî kevin ê Rûsyayê Derbentê de, bi nûnerên zanist, çand, ol û civaka sivîl ên Dagistagê re civiya.
Pûtîn di axaftina xwe ya li vir de, "Ti kesî ti carî nekarî gelê Rûsyayê bi taybetî jî Dagistanê bitirsîne. Ev yek hewldaneke pûç e. Li Sûriye û herêmên din, armanca me ya sereke têkoşîna li dijî terorîzmê ye."
'JI HEVKARIYÊ RE EM AMADE NE'
Pûtîn da xuyakirin ku ew amade ne bi hemû hêzan re di têkoşîna li dijî terorîzmê hevkariyê bikin û anî ziman ku di vî warî de ew dixebitin.