Balafira Rûs li başûrê Sûdanê ket xwarê: 41 kes mirin

Li Başûrê Sûdanê, balafireke kargo ya Rûs, demeke kin piştî rabûna ji balafirgeha paytext Jûba, ket xwarê. Di qezayê de herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Başûrê Sûdanê, balafireke kargo ya Rûs, demeke kin piştî rabûna ji balafirgeha paytext Jûba, ket xwarê. Di qezayê de herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Serokkomariya Afrîkayê Antey Wek Ateny ji Reutersê re ragihand ku di qezayê de ji personelên balafirê kesek û zarokek rizgar bûne. Berdevk ragihand ku 10 yan jî 15 jê rêwî bi qasî 20 kes di balafirê de hebûn û cihê balafir lê ketiye xwarê jî li ser rûyê erdê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Stasyoneke radyoyê ya herêmî jî diyar kir ku qeza 800 metre dûrî Balafirgeha Jûba ketiye xwarê.