Bi serokên Afrikayî re li Malta civîna koçberiyê

Serokên welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û yên Afrîka ji bo krîza koçberiyê bigirin dest, li paytexta Valletta ya Malta hatin cem hev.

Serokên welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û yên Afrîka ji bo krîza koçberiyê bigrin dest, li paytexta Valletta ya Malta hatin cem hev.

Di civîna du rojan a roja Çarşemê destpê kir, hewl tê dayîn ku ji bo pirsgirêka koçberiya ji Afrîkayê ya ber bi welatên YE ve çareseriyek bê dîtin.

Meha Nîsana bihurî di keştiyeke koçberan de ya li peravên Lîbya noqî avê bibû 800 koçberan ku jiyana xwe ji dest dabû, biryar hatibû dayîn civîneke wiha bê lidarxistin.

Di civîna du rojan a li Malta hat lidarxistin çavlirê ye ku serokên YE alîkariya pereyan teklîfî welatên Afrîka bikin.

Berê Komîsyona YE fonek 1.8 mîlyar Euro ava kiribû. Bê ka wê çiqas piştgirî ji welatên Ewropa ji bo vê fonê were hê zelal nebûye.

Serokên dewletên Ewropa armanc dikin ku bi alîkariyek aborî koçberiya ji welatên Afrîka bi dawî bikin.

Her wiha, daxwaz dikin ku penaberên serlêdana penabertiya wan hatine redkirin jî careke din li ber çavan re derbas bikin û bên qebûlkirin.

Serokên Afrîkayî jî dixwazin şertên pejirandina daxwaza penabertiyê yên hin penaberên Afrîkayî bên zelalkirin.

Sala 2015’an ji hin welatên Afrîka yên wek Erître, Somalî û Nîjerya nêzî 150 hezar kesî Derya Spî derbas kir û gihişt Ewropa.

Lê ev hejmar li gor 650 hezar penaberên di Tirkiye û Yewnanîstanê re derbasî Ewropa bûne pir kêm dimîne.