Di mijara trenê de ku ev demeke dirêj e hebûna wê mîna efsaneyekê tê bilêvkirin, di destpêka salê de îxbarek hatibû kirin û di encama lêkolînên li nêzî bajarê Walbrzych de cismekî dişibe trenê di binê erdê de hatibû tespîtkirin.
Der barê çavkaniya îxbarê de rayedarên Polonyayî ti daxuyanî nedan. Saziyên çapemeniyê îdîa dikin, ku li ser îfadeyên leşkerekî Nazî yê li ber mirinê ye, şopa trenê hatiye dîtin.
Mijara trena zêr a Naziyan, yek ji rewşên nepen ên Duyemîn Şerê Cîhanê ye. Hin dîroknas îdîa dikin ku trena 90 metre dirêj, li nêzî sînorê Komara Çekê di sala 1945'an de winda bûye.
Tê gotin ku di dema pêşdeçûna Artêşa Sor de tren li yek ji tunelên binê erdê yên li vê herêmê hatiye veşartin û hemû rêyên vê tunelê hatine girtin.
Du lêgerînerên li xezîneyê Koper û Andreas Rîchter yên li herêmê dijîn, di sala 2014'an de li ser agahiyek ji wan re hat li herêmê bi dedektor û cîhazên kişandina dîmen re hin agahî peyda kirin û ev agahî bi rayedarên Polonyayê re parve kirin. Rayedarên ku biryar dan mijar hêjayî lêkolînê ye, piştî lêkolîna destpêkê biryar dan ku xebatên kolandinê were destpêkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li herêma trenê di heftya bihurî de kolandinê destpê kiriye. Lê belê bi endîşeya 'li herêmê xefik û feq hene' pispor gelekî bi baldarî tevdigerin.