Balafirên şer ên Çekê yên hatin kirîn gihaştin Iraqê

Beşek ji balafirên şer ên Iraqê ji Komara Çekê kirîn, gihaşt Iraqê.

Beşek ji balafirên şer ên Iraqê ji Komara Çekê kirîn, gihaşt Iraqê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê, du balafirên şer ên bi tîpa L-159 roja Pêncşemê gihaştin balafirgeha leşkerî ya Balad.

Ev balafirên ku dikare ji hewayê fuzeyan biavêje erdê, ji hewayê biavêje hewayê, tê gotin ku di şerê li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de xwedî girîngiyeke mezin in.

Komara Çekê di meha Adarê de erê kiribû ku 15 balafir ji Iraqê re bên firotin. Tê gotin ku maliyeta van jî 30 mîlyon dolar e.

Di meha Tîrmehê de jî çar balafirên şer ên F-16 ên DYA'yî radestî Iraqê hatibûn kirin. Rayedarên Iraqî ji bo 36 balafiran bi Amerîkiyan re li hev kiribûn.

Par ji Rûsyayê jî balafirên şer ên bi tîpa Sûkhoî Sû-25 ên ji hewayê êrîşî erdê dike, hatibûn kirîn.