Skandala guhdarîkirinê ya li Elmanyayê mezin dibe

Hat ragihandin, ku servîsên îstîxbaratê yên Elman, li Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs guhdarî kirine.

Hat ragihandin, ku servîsên îstîxbaratê yên Elman, li Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laûrent Fabîûs guhdarî kirine.

Radyoya cemaweriyê ya Elman Berlîn Brandebûrgê, îdîaya sîxurê avêt naverastê û detayên xwe parve kir.

Li gorî radyoyê, servîsa îstîxbarata derve ya Elman BND, li Laûrent Fabîûs guhdarî kiriye. Radyoyê der barê çavlakiyên xwe de agahî neda.

Li gorî radyoyê, BND'ê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li Laheyê, UNICEF, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), FBI, Radyoya Dengê Amerîka ya ji aliyê DYA ve tê fînansekirin û li gelek şîrketên Amerîkî û Ewropayî guhdarî kiriye. Di nava şîrketên lê hatine guhdarîkirin de şîrketa çekan a li DYA Lockheed jî heye.

Gelek organên çapemeniyê yên Elman ragihanidbûn ku di mehên adwî de servîsa îstîxbarata derev BNK, ji bo Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYA (NSA) welatên hevalbend şopandiye.

BND herî zêde bi guhdarîkirina li Wezareta Karên Derve ya Fransayê, rayedarên Serokkomariyê û rayedarên Komîsyona Ewropayê, hatibû sûcdarkirin.

Radyoa Berlînê, qala lîsteyke ji 900 rûpelan a ji aliyê BND ve tê bikaranîn dike. Di nava vê lîsteyê de nûmarayên telefonê, adresên e-mail û navnîşanên IP hene.

Radyoya Elman da xuyakirin ku ji bo bê aşkerakirin BND'ê çima, kengî û çiqasî guhdarî kiriye, ev lêpirsîn wê bi mehan dewam bike.