DYA keştiyek bê mirov afirand

Endezyarên Amerîkî, keştiyeke şer a bê mirov afirandin.

Endezyarên Amerîkî, keştiyeke şer a bê mirov afirandin. Tê gotin ku saziya projeyên lêkolînê yên parastina pêşketî ya Amerîka (DARPA) a di bin sîwana Pentagonê de cih digire, xwe amade dike ku keştiyeke nû ya bê mirov biceribîne.

Li gorî nûçeya di kovara bi navê "Vice" de cih girt, ev keştî dikare keştiyên li binê avê yên herî veşartî jî tespît bike.

Ev nêçirvana keştiyên binê avê li peravên Eyaleta Orgon a li bakurrojavayê DYA hat çêkirin.

Karê vê yekê niha ji sedî 90 qediya ye û tê payîn ku ceribandinên destpêkê di sala 2016'an de pêk werin.

Li gorî daxuyaniya DARPA, ev keştiya bê mirov ji bo tespîtkirina "keştiyên binê avê yên dijmin" hatiye çêkirin.

Di vê keştiyê de bikaranîna çekan bi temamî tê qedexekirin. Ev keştî di demeke ku Rûsyayê hejmara leşkerên xwe yên li herêma Arktîka zêde kir de, hat afirandin. Rûsya her wiha li herêmê tetbîqeteke berfireh pêk tîne.

Li gorî kovara "Vice" yek ji sedemên çêkirina nêçirvana keştiyên binê avê, eleqeya Kanada ya ji bo Arktîka ye.