Li Brezîlyayê qezaya li bendava madenê
Li eyaleta Mînas Geraîs a li başûrrojhilatê Brezîlyayê, ji ber av di ser bendavê re çû, gelek gund û wargeh di nav avê de man. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Serokê Sendîkaya Karkerên Mayînê Ronaldo Bento da xuyakirin ku heta niha di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 5 kes jî birîndar bûne.
Malpereke nûçeyan a bi navê G1 jî ragihand, ku herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 45 kes birîndar bûne. Şîrketa Madenê ya Samarco jî li ser mirî û birîndaran ti agahî neda.
Bento diyar kir ku ji ber hilweşîna bendava 25 kes lê dixebitîn de, heriya bi jehr li qada ji 20 kîlometreyan belav bûye.
Qezayê, li gorî dema herêmê saet di 18:20 de li herêma di navbera bajarên Oûro Preto û Marîana rû da.
Li eyaleta Mînas Geraîsê, ji sedsala 16'an û vir ve maden tê derxistin. Tevî madenên kevirê nîv bi qîmet, gelek madenên zêr jî li herêmê hene.