Elmanya ji xurtbûna terora rastgirên tund bi 'endîşe' ye

Hat ragihandin ku hikûmeta Elman, ji êrîşên terorîstî yên Neo Naziyan ên tund û komên Îslamî yên tund bi 'endîşe' ye û hat gotin, ku Nazî bi taybetî ji mirovên ji 'çîna navîn' endaman ji xwe re peyda dikin.

Hat ragihandin ku hikûmeta Elman, ji êrîşên terorîstî yên Neo Naziyan ên tund û komên Îslamî yên tund bi 'endîşe' ye û hat gotin, ku Nazî bi taybetî ji mirovên ji 'çîna navîn' endaman ji xwe re peyda dikin. Bi zêdebûna hejmara penaberan re bal tê kişandins re radîkalbûyîna salên 90'î.

Li gorî nûçeya N-TV ya agahiyên xwe dispêre Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Federal, di nava rastgirên tund ên li Elmanyayê tevlî çalakiyên şîdetê bûne de, rêjeya mirovên cara yekê sûc kirine, ji sedî 70 ye. Hikûmet vê rewşê bi 'endîşe' dibîne û  hikûmet diyar dike, ku rastgirên tund gav bi gav ji 'çîna navîn' endaman ji xwe re peyda dike.

Lê belê li gorî statîstîkên wezaretê, êrîşeke terorîstî ya li Elmanyayê, ji komên Îslamî yên radîkal tê payîn. Li gorî vê yekê, hejmara 'mirovên xetere' yên endamên komên di çarçoveya 'terorîzma Îslamî' de tên nirxandin, 420 e. Hejmara van kesên endamên komên rastgiriya tund a Elman, 15 ye.

Tevî van kesên ku xwedî potansiyel in li Elmanyayê êrîşeke gengaz a terorîstî bikin, hejmara mirovên 'xwedÎ potansiyeleke kêm a xeteriyê ne' 440 e. Ji van kesan 320 jê endamên komên tund ên Îslamî, 120 jî, endamên komên Neo-Nazî ne.

Tê gotin ku bi zêdebûna hejmara penaberan a mehên dawî re, hikûmet ji çalakiyên rastgirên tund bi fikar e. Wezîra Koç û Ahengiyê ya Federal Aydan Ozogûz ji medya Elman re axivî û diyar kir ku xeteriya terorîzma rastgir a tund ji nû ve zindî bûye.

Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) ya li mûxalefetê Petra Paû diyar kir ku cînayetên salên 90'î yên ji aliyê rastgirên tund ve hatin kirin û radîkalbûyîna hingî, dibe ku îro jî xwe bide der. 

Li Elmanyayê, di destpêka salên 90'î de, piştî ku rojane bi sedan penaber hatin, liv û tevgera Neo-Naziyan zêde bûbû.