El Nîno gefê li 11 mîlyon zarokên Afrîkayî dixwe

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku El Nîno wê di sala pêş de bandoreke zêde li avhewaya global bike û da zanîn ku ev yek jiyana 11 mîlyon zarokên li rojhilat û başûrê Afrîkayê dixe nava xeteriyê.

Li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), fenomena El Nîno di rewşa heyî de bûye sedem ku li Etiyopyayê bi mîlyonan mirov pirsgirêka xwarinê bijîn û ji nava van 350 hezar zarok ji ber têrnexwarinê, tedawî dîtine.

UNICED ragihand, ku tê payîn di mehên pêş de li welêt lehiyên mezin rabin û ji ber vê yekê wê qadên çadiniyê zerarên mezin bibînin.

UNICED diyar kir ku barana tê payîn li welatên cîran Somalî û Kenya bibare û lehiya li van deran rabe, wê bandoreke gelekî neyînî li bernameya xurekê bike.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, li Kenyayê wê 2.5 mîlyon zarok bikevin bin bandora guhertinên avhewayê yên ku El Nîno rê li ber veke.

Li aliyê din, weke bandoreke berevajî tê payîn ku El Nîno li başûrê Afrîkayê li Zîmbabwe, Malawî û Komara Başûrê Afrîkayê bibe sedema ziwabûnê. Di vê demê de 1.5 mîlyon mirov wê li Zîmbabwe pêwîstî bi alîkariya xurekê bibînin.

Hema hema li hemû bajarên mezin ên Başûrê Afrîkayê, ava ji şebekeyê kêm tê bikaranîn. Madeyên xurekê yên demdirêj jî ji aliyê hikûmetê ve tên stokkirin.

Hejikên Başûr ên El Nîno, bûyere okyanûs-atmosferê ya global e. El Nîno û La Nîna, navê germahiya ava ser rûyê Okyanûsa Mezin a Rojhilat û bûyerên atmosferîk ên ji ber vê yekê rû didin e. Wateya van navên bi zimanê Spanyayî jî, 'kur' û 'keç' e. 'Kur' dibe sembola Îsa, ji ber ku El Nîno li peravên Başûrê Amerîkê di dema Noelê de xwedî bandor e.

Bandorên El Nîno û La Nîna cara yekê di sala 1923'an de ji aliyê Sir Gîlbert Thomas Walter ve hatibû pênasekirin.