YE pêkanînên li hemberî Rûsya Spî sekinand

Piştî ku Aleksander Lûkaşenko cara pêncemîn di 11'e Cotmehê de bû Serokkomarê Rûsya Spî, daxuyaniyên erênî yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatin dayîn, veguherîn gavên şênber.

Biryara qedexekirina gera 170 kesan û sekinandina mal û milkên wan, ku Lûkaşenko jî di nav de ye, ji bo 4 mehan hat betalkirin.

Di daxuyaniya Konseya Serokên Hikûmetan a Yekîtiya Ewropayê de hat ragihandin ku beşeke girîng a pêkanînên li hemberî Rûsya Spî ji bo 4 mehan hatine sekinandin. Konseyê diyar kir ku bi sekinandina pêkanînan re ew dixwazim Rûsya Spî û Yekîtiya Ewropa (YE) hîn bêhtir xwe nêzî hev bikin.

Li gorî vê biryara Yekîtiya Ewropayê qedexekirina gera 170 kesan û sekinandina mal û milkên wan, ku Serokkomarê Rûsya Spî Aleksander Lûkaşenko jî di nav de ye, ji bo 4 mehan hat betalkirin. Lê belê biryara pêkanînê ya li hemberî 4 kesên ji îstîxbarata Rûsya Spî re dixebitin û di qetilkirina mûxalîfên siyasî de berpirsyar tên kirin, li derveyî vê biryarê tê girtin.

Di ambargoya çekan a li hemberî Rûsya Spî de, ti gav bi paş ve nehat avêtin.

Li Rûsya Spî ku di sala 1990'î de serxwebûna xwe îlan kir, Aleksander Lûkaşenko ji sala 1994'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye. YE ku rêveberiya otorîter a Lûkaşenko rexne dike, li dijî têkiliya lîderê Rûsya Spî ya bi Rûsyayê re, derdikeve.

Lûkaşenko, piştî ku li rojhilatê Ûkraynayê di navbera komên Rûs ên alîgirê serxwebûn û Ûkraynayê de şer destpê kir, bi rola navbeynkariyê rabû û ji Civînên Mînskê re malovanî kiribû.