Wêneyên nû yên peyka Satûrn Enceladûsê hatin weşandin

Wêneyên destpêkê yên yek ji peykên Satûrnê Enceladûs, ku ji aliyê pêgera fezayî Cassînî ve hatin kişandin, gihaştin cîhanê.

Wêneyên destpêkê yên yek ji peykên Satûrnê Enceladûs, ku ji aliyê pêgera fezayî Cassînî ve hatin kişandin, gihaştin cîhanê.

Pêgera fezayî Cassînî ya ji aliyê Daîreya Hewakarî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) ve ji bo lêkolînkirinê hat şandin, bi qasî 50 kîlometreyan xwe nêzî Enceladûs a ji qeşayê kir û wêne kişand.

Wêneyên Enceladusê yên ji aliyê Cassînî ve hatine kişandin, hînê bi temamî nehatine lêkolînkirin. Di dema kişandina van wêneyan de bi hesasiyeteke mezin hewl hat dayîn ku pêgera fezayî nêzî cemsera başûr a peyka Saturnê nebe, ku ji vê derê parçeyên qeşayê direşe.

Di dîmenên destpêkê de tê dîtin ku tevî aliyê geyzer ê Enceladûsê ku hîn bêhtir dibiriqe, kaşên tûj ên qeşayê hene.

Li gorî van wêneyên ji aliyê NASA ve li înternetê hatin barkirin, li başûrê Enceladûsê deşt, li bakur jî rewşeke ji gelek krateran heye.

Wêneyên yek ji peykên Saturnê Enceladûs, piştî ku bi temamî hatin lêkolînkirin, tê payîn ku di dema pêş de bi encamên xwe re bên aşkerakirin.