Koça ji Swêdê di asta rekorê de ye
Swêd, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve bi pêla herî mezin a koçberiyê re rû bi rû ma û di nava vê salê de 99 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirin.
Swêd, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve bi pêla herî mezin a koçberiyê re rû bi rû ma û di nava vê salê de 99 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirin.
Swêd, ji Duyemîn Şerê Cîhanê û vir ve bi pêla herî mezin a koçberiyê re rû bi rû ma û di nava vê salê de 99 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirin. Li gorî statîstîkên ji aliyê Enstîtuya Statîstîkên Dewletê (SCB) ve hatin weşandin, koça ji Swêdê par rekor şikand.
Pêla herî mezin a koça ji Swêdê, di navbera salên 1860-1920'an de pêk hatibû û 1,5 mîlyon kes ji Swêd derketibûn û piraniya wan li DYA bi cih bûbûn. Li gorî statîstîkên dawî yên ji aliyê SCB ve hatin weşandin, ji sala 1887'an û vir ve ku hingî koçberiya salên 1880 di asta herî bilind de bû, 51.200 mirovan Swêd terikandin.
Di dîroka Swêdê de cara yekê ye ku hejmara jinên ji Swêdê koç dikin, gihaştiye asta rekorê. Di sala 2014'an de 27 hezar 300 mêr û 23 hezar 900 jinan Swêd terikandin û li welatên din bi cih bûn.
BI GIRANÎ KOÇBER IN
Ji sedî 63 ê mirovên ji Swêdê koç kirine, koçber in. Û ji van ji sedî 54 li welatên lê ji dayikbûne vegeriyan. Ji sedî 11 ê koçberan li Norwêcê , ji sedî 8,2 li Danîmarkayê, ji sedî 7,1 li Îngilîstanê, ji sedî 6,3 li DYA, ji sedî 5 li Fînlandiyayê û ji sedî 4,8 jî li Elmanyayê bi cih bûn. Rêjeya mirovên koçî Iraqê kirne jî ji sedî 2,3 ye. Ji sedî 14 ê mirovên Swêd terikandine, nehatiye tespîtkirin ku koçî kîjan bajarî kirine.
Piraniya mirovên koç kirine yên teqawît û xwendekarên biyanî yên li Swêdê perwerdeya xwe qedandine, ne.
Yek ji sê biyaniyên venegeriyane welatên xwe, koçî Îngilîstan, Danîmarka, Norwêc, Elmanya û DYA kirine.
Li Swêdê beşeke mezin a Swêdiyên koç kirine mirovên zêdeyî 65 salî ne û teqawît in. Teqawît bi giranî welatên tav lê zêde ye Spanya, Portekîz û Taylandê hildibijêrin.