Keştiya penaberan binav bû: Bi dehan kes winda ne

Keştiyek ji penaberan a ji Fasê diçû Spanyayê bi nav bû. Di bûyerê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 30 penaber winda ne.

Keştiyek ji penaberan a ji Fasê diçû Spanyayê bi nav bû. Di bûyerê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî 30 penaber winda ne.

Rayedarên Spanyayê dan xuyakirin ku keştiya ji Fasê bi rê ket duh danê sibehê binav bûye, lê wan di nava rojê de karîbûne cihê keştiyê tespît bikin. Hat ragihandin ku ji keştiya 39 mîlê derayê dûrî Fasê binav bû 15 kes bi saxî hat rizgarkirin, lê cesedê 4 kesan ji deryayê hatine derxistin.

Li gorî agahiyan herî kêm di keştiyê de 30 penaber hebûn. Xebatên ji bo dîtina penaberên winda dewam dikin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî hejmara penaberên îsal di ser Derya Spî re derbasî Spanyayê bûne 3 hezar in. Dîsa li gorî heman daneyan hejmara penaberên derbasî Yewnanîstanê bûne 560 hezar, derbasî Îtalyayê bûne jî 140 hezar in.

Ji destpêka salê û vir ve hejmara mirovên di dema derbasbûna ji Derya Spî de jiyana xwe ji dest dan herî kêm 3 hezar 200 kes e. Lê belê tê texmînkirin ku bîlançoya rastî girantir e.