Şîrketa petrolê Shell li Nîjeryayê rê li ber qirêjiyê vedike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku Delta Nîjerê ji petrolê nehatiye paqijkirin û şîrketa Shellê rê li be gemarîbûna xwezayê vekiriye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku Delta Nîjerê ji petrolê nehatiye paqijkirin û şîrketa Shellê rê li be gemarîbûna xwezayê vekiriye.

Li gorî raporên hevpar ên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Navenda Pêşvebirin, Mafên Mirovan û Hawirdorê, Delta Nîjerê hînê ji petrolê nehatiye paqijkirin. Halbûkî Shellê soz dabû ku ew ê qirêjiya wê rê li ber vekiriye, paqij bike.

Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat ragihandin ku 4 herêmê herî zêde ketine bin bandora jiberherikîna sala 2011'an, hînê di asteke ku bi çavan were dîtin qirêj e.

Tê gotin ku sedema vê yekê jiberherikîneke nû nîne, sedem ew e ku petrola beriya niha tevlî av û erdê bûye, baş nehatiye paqijkirin.

Raporê destnîşan kir, ku ev rewşa gemarî wê bi salan bandorê li jiyana bi hezaran mirovên li herêmê dijîn bike.

Di raporê de ne tenê şîrketa Shellê, di heman demê de Dewlet Nîjeryayê jî hat rexnekirin, ku xbatên sondajê yên petrolê û xetên lûleyan bi pîvanên têrker kontrol nake.

Şîrketa Shellê ku li Nîjeryayê ji 60 herêman petrolê derdixîne û xeta lûleya petrolê ya ji 5 hezar kîlometreyî ye, li Nîjeryayê rojane 700 hezar varîl petrolê derdixîne.

Li gorî qeydên şîrketê bi xwe, ji sala 2007'an û vir ve 1.693 caran jiberherikîna petrolê rû daye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û saziyên hawirdorparêz dibêjin ku ev hejmar gelekî zêde ye.