Li Elmanyayê êrîşa nîjadperest a li dijî penaberan

Li Elmanyayê, piştî êrîşa duh danê sibehê ya li hemberû Sûriyeyiyan, komên nîjadperest danê êvarê xwestin penaberan lînç bikin.

Li Elmanyayê, piştî êrîşa duh danê sibehê ya li hemberû Sûriyeyiyan, komên nîjadperest danê êvarê xwestin penaberan lînç bikin. Di êrîşan de bi giştî 5 penaber birîndar bûn. Tê gotin ku ji ber polîsan xwe gihandin cihê bûyerê, pêşî li mirina mirovan hatiye girtin.

Yek ji êrîşên li hemberî penaberan li bajarê Magdebûrg ê li rojhilat rû da. Li gorî agahiyên ji aliyê polîsan ve hat dayîn, komek ji 30 kesan a kincên reş li xwe kiribûn, bi çoyên bayzbolê êrîşî 3 penaberên li nêzî kampeke penaberan kirin.

Di dema êrîşê de, ji ber ku polîsan xwe gihandin cihê bûyerê, penaber rizgar bûn. Her sê penaber ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan dan xuyakirin ku yên li êrîşê rast hatine penaberên Sûriyeyî ne û piştî êrîşê gumanbarekî 24 salî hatiye binçavkirin.

Êrîşeke din a li hemberî penaberan li bajarê Wîsmar ê eyaleta Mecklenbûrg-Vorpommernê rû da. Êrîş duh danê sibehê li ber kampeke penaberan a li Wîsmarê pêk hat. Du penaberên Sûriyeyî yên birîndar bûn ji danê êvarê ve li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Hat ragihandin ku ji koma nîjadperest a li vir êrîş kir, ti kes nehatiye girtin. Lê belê lêkolînên polîsan dewam dikin.

Li Elmanyaya ku hejmara penaberan lê zêde bûye, di hefte û mehên bihurî de êrîşên nîjadperest ên bi heman rengî rû dabûn.