Li gorî Merkel hejmara penaberan wê bigihêje 1 mîlyonî

Tê gotin ku heta dawiya vê salê, wê hejmara penaberên îsal gihaştine Elmanyayê gelekî zêdeyî 800 hezarî be.

Tê gotin ku heta dawiya vê salê, wê hejmara penaberên îsal gihaştine Elmanyayê gelekî zêdeyî 800 hezarî be. Tê îdîakirin ku Serokwezîr Merkel gotiye ew li bendê ne ev hejmara bigihêje herî kêm 1 mîlyon penaberan.

Yek ji rojnameyên girîng ên welêt Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng (FAZ) di nûçeya xwe ya roja Yekşemê de da xuyakirin, ku Serokwezîr Angela Merkel li ser hejmara penaberên heta dawiya salê bigihêjin Elmanyayê agahî daye.

Rojname agahiyên nûçeya xwe dispêre dîplomatên roja Yekşemê li Brukselê beşdarî Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropa bûn û ragihand ku Merkel gotiye, hejmara penaberên tên Elmanyayê wê bigihêje 1 mîlyonî.

FAZ'ê di nûçeya xwe de cih da axaftina Merkel a ji bo hempîşeyên xwe yên Ewropî û Merkel ji welatên din xwestiye ku bêyî sînorên Ewropayê bigirin, divê çareseriyekê bibînin. Di nûçeyê de hat gotin ku Merkel ji bo peydakirina tedbîrên hevpar ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan, bang kiriye.

Heta meha Îlonê tevî ku 600 hezar penaberan xwe gihandin Elmanyayê jî 303 hezar ji van serlêdana penaberiyê kirine. Hat ragihandibûn ku bi tenê di meha Îlonê de hejmara penaberên ji Awûstûryayê derbasî eyaleta Bavyera bûne 170 hezar e.

Her wiha hat tespîtkirin ku di nava vê hefteyê de rojane 7 heta 9 hezar penaber derbasî Elmanyayê bûne.

Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF) di rapora xwe ya meha Tebaxê de ragihandibû ku ew li bendê ne heta dawiya vê salê 800 hezar penaber xwe bigihînin Elmanyayê.