Li Arjantînê çalakiya Roja Kobanê ya Cîhanê
Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hat lidarxistin.
Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hat lidarxistin.
Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê, Komîteya Piştgiriyê ya Arjantîn-Kurdistanê, li ser banga zêdeyî 20 sazî û partiyên siyasî li Meydana Obelîsco bi beşdariya 500 kesî çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê lidar xist.
Girseya gel Meydana Obelîsco bi alên KCK, YPG û YPJ'ê xemiland û li ber stranan govend gerand. Di çalakiyê de daxuyaniya KNK'ê ya bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê hat xwendin û nûnerên partiyên siyasî peyam dan.
Di daxuyaniya KNK'ê de, der barê Tevgera Azadiyê ya Rojava, piştgirî û korîdora însanî de bal hat kişandin ser astengiyên Tirkiye û hêzên din ên paşverû yên li herêmê.
Di axaftina li ser navê Komîteya Piştgiriyê ya Latîn Amerîka-Kurdistanê de hat gotin, "Berxwedana Kobanê ne tenê berxwedan an jî rizgarkirian bajarekî ye. Divê weke parastinek li hemberî hêzên paşverû û hov ên gef li tevahiya cîhanê dixwarin, êrîşî nirxên gerdûnî dikirin û bi desteka hêzên emperyal teror li hemberî gelan dimeşandin, were fêmkirin."
Hat destnîşankirin ku jin û mêrên li Kobanê û gelemperiya Rojava di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan, ne tenê şehîdên Kurdan e, di heman demê de nirxên şoreşgerî yên tevahiya cîhanê ne.
Çalakî bi stran û gerandina govendê dewam kir.