Balafira Rûs a ji 224 kesan li Misirê ket xwarê-HAT NÛKIRIN
Ofîsa Serokwezaretiyê ya Misirê da xuyakirin ku balafireke rêwiyan a Rûs ku 224 kes tê de bûn û ji Misirê diçû Rûsyayê, li Nîvgirava Sînayê ketiye xwarê.

Balafir ji Şarm El Şêx diçû St. Petersbûrgê.
Hat ragihandin ku piraniya rêwiyên balafirê, welatiyên Rûsyayê ne.
Rayedaran dan zanîn ku balafir 23 deqe piştî rabûnê ji radarê winda bûye.
Televîzyona CBC a li Misirê weşanê dike da zanîn ku enqazê balafirê li bakurê Nîvgirava Sîna hatiye dîtin û zêdeyî 20 ambûlans ber bi herêmê ve çûne.
Malpereke nûçeyan a herêmî jî diyar kir ku enqazê balafirê li herêma Arîşê ye.
Hat ragihandin ku di balafirê de 7 jê personel û 17 jê zarok 224 kes hebû û piraniya rêwiyên wê tûrîstên Rûs in.