Li Spanyayê 3 gumanbarên DAIŞ'ê yên amadekariya komkujiyê dikirin hatin girtin
Hat ragihandin, ku li Spanyayê 3 çeteyên DAIŞ'ê yên ku amadekarî dikirin mîna bûyera Charlîe Hebdo komkujiyeke mezin bikin, hatine girtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Spanyayê Fernandez Dîaz da xuyakirin ku li Spanyayê 3 endamên rêxistina tund a olî yên amadekariya êrîşa terorîstî li Spanyayê dikirin, hatine girtin. Dîaz ragihand ku ev kesên ji 26 heta 29 salî ne, welatiyên Fasê ne û amadekarî dikirin ku mîna bûyera Charlîe Hebdo êrîşeke mezin bikin.
Wezîrê Karên Hundir Dîaz bibîr xist ku di nava mehên bihurî de zêdeyî 10 kesên ji DAIŞ'ê re endam peyda dikirin hatin girtin û diyar kir ku ev kesên niha hatine girtin, ne ji bo peydakirina endaman ji bo pêkanîna êrîşê dixebitîn.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin ragihandin, ev 3 gumanbarên DAIŞ'ê li Spanyayê xwedî mafê mayînê yê qanûnî ne û li herêmên Vallecas û Canada Real ên li başûrrojhilatê paytext Madrîdê dixebitîn.
Li gorî agahiyên medya Spanyayê, di çarçoveya operasyonê de li gelek malên li Madrîdê lêkolîn hatin kirin û operasyon jî di encama guhdarîkirina li telefonan pêk hatiye. Rojnameya El Paîs diyar kir ku di van axaftinan de endamên DAIŞ'ê gotinên mîna 'Divê li Spanyayê bi lezgînî bikevin nava tevgerê' bi kar anîne.
Ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Spanyayê ve hat ragihandin ku ji Kanûna 2011'an û vir ve 171 endamên rêxistina Îslamî ya tund hatine binçavkirin. Bûyerên binçavkirinê îsal gihaşt 60'î.