Li gorî nûçeya rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng û qenalên televîzyonê NDR û WDR, ji ber ku Elmanyayê destûr neda hin parçeyên çekên bi tîpa G36 ên firotin, şîrketa hilberîner Heckler & Koch doz veiriye. Şîrketê daxuyaniyek da ajansa DPA û piştrast kir ku ev îdîa rast e.
Li gorî vê yekê, çeka G36 a hin parçeyên wê salên dûr û dirêj Elmanyayê difirot, li Erebîstana Siûdî tê çêkirin. Daîreya Kontrola Îxracatê û Aboriyê ya Federal (BAFA) di nava sala 2014'an de destûrê nade ev parçe ji Siûdiyan re bê firotin. Li hemberî vê yekê şîrketê serî li Dadgeha Îdare ya Frankfûrtê da û tazmînatek ji dehan mîlyon euroyî xwest.
Doza şîrketê di meha Tebaxê de destpê kir û li benda biryara dadgehê ye. Cara yekê ye ku li hemberî dewleta Elman dozeke bi vî rengî tê vekirin. Li gorî qanûna dadgehên îdare, eger dewlet 'hinceteke têrker pêşkêş neke û demeke têrê bike nede', hingî li dijî qedexeya îxracatê doz dikare bê vekirin.
Doz li hemberî BAFA ya ser bi Wezareta Aboriyê hatiye vekirin ku serkêşiya wê Sîgmar Gabrîel ê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) dike.