Dadgeriyê dest li rewşa penaberên li Calaîsê werda

Li bajarê Fransa Calaîs ê li qiraxa Derya Manşê ye, xemsariya rêveberiyên herêmî û walîtiyê ya li hemberî herêma kampê ya 6 hezar penaber lê dijîn, dewam dike.

Li bajarê Fransa Calaîs ê li qiraxa Derya Manşê ye, xemsariya rêveberiyên herêmî û walîtiyê ya li hemberî herêma kampê ya 6 hezar penaber lê dijîn, dewam dike. Piştî ku saziyên alîkariya însanî serî li dadgehê dan, hikum hat dayîn ku ji aliyê tenduristiyê ve hin tedbîr werin girtin.

Doz li Dadgeha Îdare ya Lîlle, ji aliyê Doktorên Sînornenas (MSF) û saziya alîkariyê ya Katolîk Secours Catholique ve hat vekirin. Di dozê de biryar hat dayîn ku dewlet û rêveberiyên herêmî ji bo penaberên li derdora Calaîsê bi lezgînî tedbîran werbigirin.

Di biryara dadgehê de weke şert hat ferzkirin ku li qada daristanî ya nêzî 6 hezar penaber lê dijîn, herî kêm 10 nuqteyên ava vexwarinê û bi qasî 50 cihê xweşuştinê û tiwaletê werin çêkirin. Dadgehê her wiha biryar da, ku ji herêmê re rêyek bê çêkirin ku di rewşên lezgîn de alîkarî karibe bigihêje herêmê.

Dadgeha Îdareyê ferz kir ku Şaredariya Calaîsê komên li herêmê berhev bike û ji bo paqijkirina qada vekirî, xizmetê bike. Biryar hat dayîn ku ev tedbîr di nava 8 rojan de bikevin meriyetê. Dadgehê biryar da ku di her roja tedbîr bê derengxistin de, cezayê pere li Şaredariya Calaîsê were birÎn.

'ZAROKÊN PENABER ÊN DÊ Û BAVÊN WAN NÎNIN, DIVÊ BÊN QEYDKIRIN'

Dadgehê her wiha biryar da zarokên li kampa daristanî ya Calaîsê dijîn û dê û bavên wan nînin, li navendên lênêrînê bên bicihkirin. Li gorî vê yekê, Walîtiya Pas-de-Calaîs, 48 saet heman piştî gihaştina vê biryarê, wê zarokên li herêmê qeyd bike û zarokên malbata wan nînin, li wargehên xwedîkirinê bi cih bike.