DYA zextên beriya hilbijartinê li medyayê hatin kirin rexne kir

Di daxuyaniya li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê hat kirin de, zextên beriya hilbijartinê li medyayê hatin kirin, hat rexnekirin.

Di daxuyaniya li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê hat kirin de, zextên beriya hilbijartinê li medyayê hatin kirin, hat rexnekirin.

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest diyar kir ku ji ber zext û hewldanên çavtirsandina rojnamevanan beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê, ew xemgîn in.

Berdevkê Qesra Spî bal kişand ser rapora Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (RHEE) ya li ser karên ne li rê yên dema hilbijartinê û destnîşan kir ku DYA ev rapor li cem xwe qeyd kiriye.

Josh Earnest her wiha zextên li hemberî mafê xwepêşandan û azadiya çapemenî û ramanê yên li Tirkiyeyê û anî ziman ku wan endîşeyên xwe yên li ser van mijaran em 'bi taybetî' hem jî 'ji raya giştî vekirî' re anîne ziman.

Di rapora çavdêrên RHEE de hatibû ragihandin ku zext û şîdeta li Kurdistanê ya beriya hilbijartinê, bandoreke neyînî li kampanya hilbijartinê kiriye.