Di hilbijartinên li Azerbaycanê de partiya Aliyev bi ser ket

Di hilbijartinên giştî yên duh li Azerbaycanê hatin kirin de, hat ragihandin ku partiya Serokkomar Îlham Aliyev, Azerbaycan a Nû bi ser ketiye.

Di hilbijartinên ji bo diyarkirina 125 endamên Meclîsa Milî ya Azerbaycanê de, ji sedî 55,7 ê hilbijêran duh dengê xwe bi kar anîn. Hat ragihandin ku partiya Azerbaycana Nû herî kêm 69 kursî bi dest xistiye.

Heman piştî aşkerabûna encamên hilbijartinê, lîderê Partiya Mûsavat a mûxalîf Îsa Gambar daxuyaniyek da û diyar kir ku partiya Aliyev bi gelek hîleyan kir ku hevrik jê re nemîne û bi vî rengî 'bi ser ketiye'. Gambar da xuyakirin, ku encamên hilbijartinê ji berê ve hatine destnîşankirin.

Hin çavdêran ragihandin ku hilbijartin di nava rewşeke serbixwe û azad de pêk nehatiye. Çavkaniyên nêzî hikûmetê jî îdîa dikin ku hilbijartin bi awayekî 'adîl' pêk hatiye.

Partiyên sereke yên mûxalefetê jî hilbijartin boykot kiribûn.