Derbasbûna penaberan ji Awûstûya ber bi Elmanya ve 'nikare bê kontrolkirin'
Her roj bi hezaran penaber ji Awûstûryayê derbasî eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dibin. Hikûmetên her du welatan li hev kirin ku hejmara nuqteyên kontrolê yên kêm bikin.
Her roj bi hezaran penaber ji Awûstûryayê derbasî eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dibin. Hikûmetên her du welatan li hev kirin ku hejmara nuqteyên kontrolê yên kêm bikin.
Her roj bi hezaran penaber ji Awûstûryayê derbasî eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dibin. Hikûmetên her du welatan li hev kirin ku hejmara nuqteyên kontrolê yên kêm bikin. Bi sererastkirina nû ya li ser sînor re tê xwestin, ku derbasbûna penaberan hîn bêhtir bi rêk û pêk were kirin.
Bi deh hezaran penaberên di ser welatên Balkanan re xwe gihandin Awûstûryayê, ji bo derbasî Elmanyayê bibin disekinin. Hikûmeta eyaleta Bavyera ya li ser sînorê Awûstûryayê di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de îdîa kiribû, ku rayedarên Awûstûryayî bi otobusan ji herêmên cuda yên welêt penaber gihandine ser sînor.
Di encama hevdîtinên duh ên li Viyanayê de li hev hat kirin, ku penaberên ji Awûstûryayê derbasî Elmanyayê bibin, bi tenê ji 5 nuqteyên kontrolê bên derbaskirin. Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Federal a Elmanyayê daxuyanî da û diyar kir ku bi vê lihevkirinê re ew dixwazin derbasbûna ji sînor 'hîn bêhtir bi rêk û pêk' were kirin.
Bi deh hezaran penaberên di ser welatên Balkanan re xwe gihandin Awûstûryayê, ji bo derbasî Elmanyayê bibin disekinin. Tê texmînkirin ku rojane bi hezaran penaber di ser eyaleta Bavyera re derbasî Elmanyayê dibin. Li gorî rayedarên polîsên federal ên li Bavyerayê, roja Çarşemê 8 hezar 150, roja Pêncşemê 7 hezar 700 penaber derbasî Elmanyayê bûne. Ev hejmar roja Sêşemê 7 hezar 200, roja Duşemê 9 hezar 700 bû.
Serokwezîrê Eyaleta Bavyerayê Horst Seehofer bang li hikûmeta federal kir, ku li ser sînor hîn bêhtir navendên qebûlkirinê werin avakirin û derbasbûna penaberan rojane 6 hezaran bê bisînorkirin. Lê belê bi hinceta ku ev daxwaz 'ne rasteqîn e' ji aliyê hikûmeta federal ve nehatiye qebûlkirin.
Ji bo belavkirina penaberan li nava eyalet û welêt û avakirina navendên qebûlkirinê, sibe Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Eyaleta Bavyerayê Horst Seehofer wê civînekê pêk bînin.