Îran wê hîn bêhtir 'şêwirmendên leşkerî' bişîne Sûriyeyê

Îran ku di hefteyên dawî de rola xwe ya leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê zelaltir dibe, da xuyakirin ku ew ê hîn bêhtir 'şêwirmendên leşkerî' bişîne Sûriyeyê.

Îran ku di hefteyên dawî de rola xwe ya leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê zelaltir dibe, da xuyakirin ku ew ê hîn bêhtir 'şêwirmendên leşkerî' bişîne Sûriyeyê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan anî ziman ku li ser daxwaza hikûmetên Iraq û Sûriyeyê, gelek şêwirmendên wan ên leşkerî li van welatan hene. Abdullahiyan diyar kir ku sedema bingehîn a hebûna şêwirmendên wan ên leşkerî li van welatan, 'têkoşîna li dijî terorê' ye û ragihand ku ew ê hîn bêhtir 'alîkariya şêwirmendiyê' bidin Sûriyeyê.

Abdullahiyan ji ajanasa nûçeyan a ISNA re peyivî û îdîayên ku dibêjin şervanên Îranê li Sûriyeyê hene, red kir. Roja Înê rayedarekî DYA'yî dabû xuyakirin ku herî kêm 2 hezar şervanên Îranî li Sûriyeyê hene û ev li Helebê tevlî êrîşên bi desteka Rûsyayê dibin.

Tevî desteka malî û siyasî ya ji bo rejîma Beşar Esad, tê gotin ku Îran bi Mûxafizên xwe yên Şoreşê re yekser cihê xwe di şerê li vî welatî de digire. Herî dawî hatibû ragihandin ku roja 8'ê Cotmehê di êrîşeke li Helebê de ji Mûxafizên Şoreşa Îranê general Huseyîn Hamedanî û 2 parêzvanên wî hatibûn kuştin.