Firoşgeha alîkarî bi Kurdan re kir rastî boykota nîjadperestên Tirk hat

Yek ji firoşgehên girîng ên li Elmanyayê DM, ji bo Kurdên li Şengalê kampanyayeke biçûk a alîkariyê lidar xist, lê bû hedefa nîjadperestên Tirk.

Yek ji firoşgehên girîng ên li Elmanyayê DM, ji bo Kurdên li Şengalê kampanyayeke biçûk a alîkariyê lidar xist, lê bû hedefa nîjadperestên Tirk.

Nîjadperestên Tirk ên li Elmanyayê, ku ji ber alerjiya xwe ya Kurd, mora xwe datînin binê xebatên trajîkomîk, banga boykotê kirin. Ev banga boykotê di rojanameya Bîld de bû nûçe. Li gorî vê nûçeyê, yek ji firoşgehên mezin ên Elmanyayê ku kelûmelên paqijî û makyajê difiroşe DM ragihand, ku wê beşek ji firotinên roja 17'ê Cotmehê yên firoşgehên wê yên li bajarê Troîdorfê, ji saziyên alîkariyê yên Elman û Kurd re bi bexşîne.

Di çarçoveya vê biryara bexşê ya DM de, nûnerê komeleya bi navê Cap Anamur/Deusche Not-Arzte e.V.) Rupert Neudeck wê bi xwe ev kelûmel bifirota û hatineyên wê radestî komeleyeke Kurd a li herêmê bikira.

Lê belê li hemberî vê komeleya ku ti eleqeya xwe bi PKK'ê re nîne, lê wê ji bo penaberên li Şengalê alîkarî bikira, nîjadperestên Tirk ketin nava tevgerê. Van nîjadperestan ragihandin ku ew ê firoşgeha DM boykot bikin. Parvekirinên li ser înternetê di vî warî de hatin kirin, cihekî berfireh di medya Elman de girt.

Piştî van bangên boykotê yên nîjadperestan, Neudeck û komeleyên Kurd ên pêwendîdar daxuyanî dan û ev dijberiya nîjadperestên Tirk a li Kurdan şermezar kirin. Lê balkêş e ku van derdoran, qala hewldanên PKK'ê yên ji bo rizgarkirina Êzidiyên li Şengalê nekirin û giranî dan gotinên 'Têkiliya wan bi PKK'ê re nîne'.