Fransa wê cudahiya di navbera benzîn û dîzelê de rake!
Li Fransayê, ku wê di dawiya meha Mijdarê de ji konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re malovaniyê bike, biryar hat dayîn ku dawî li wergirtina baca kêm a ji sotemeniya dîzelê bê anîn.
Li Fransayê, ku wê di dawiya meha Mijdarê de ji konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re malovaniyê bike, biryar hat dayîn ku dawî li wergirtina baca kêm a ji sotemeniya dîzelê bê anîn.
Li Fransayê, ku wê di dawiya meha Mijdarê de ji konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re malovaniyê bike, biryar hat dayîn ku dawî li wergirtina baca kêm a ji sotemeniya dîzelê bê anîn. Hikûmet dixwaze di nava 5 salê pêş de cudahiya bacê ya di navbera benzîn û dîzelê de ji holê rake.
Bi saya vê guhertinê re ku bi pêşniyara Wezîra Hawirdorê Sêgolêne Royal tê kirin, tê xwest cudahiya buhayê navbear sotemeniyên benzîn û mazotê (dîzel) bê kêmkirin. Li gorî planê, wê ji hilberîneran bê westin ku heta 5 salan xwe li gorî vê yekê bi rêk û pêk bikin û di dawiya 5 salan de jî wê baca mîna benzînê ji dîzelê jî bê wergirtin.
Balkêş e ku ev biryara Fransayê, piştî aşkerabûna hîleya şîrketa otomobîlan a Elman Volkswagen, hat wergirtin.
Li Fransayê ji benzînê ji sedî 62,4 bac tê wergirtin, ji sotemeniya dîzelê jî ji sedî 56 tê wergirtin.