Rûsyayê vê hefteyê li Sûriyeyê 346 mewziyên DAIŞ'ê rûxand
Serokê Daîreya Bingehîn a Operasyonê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Kartapolov diyar kir ku di encama 394 sortiyên jetên Rûs ên li Sûriyeyê de 346 hedefên DAIŞ'ê hatin rûxandin.
Serokê Daîreya Bingehîn a Operasyonê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Kartapolov diyar kir ku di encama 394 sortiyên jetên Rûs ên li Sûriyeyê de 346 hedefên DAIŞ'ê hatin rûxandin.
Serokê Daîreya Bingehîn a Operasyonê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Kartapolov diyar kir ku di encama 394 sortiyên jetên Rûs ên li Sûriyeyê de 346 hedefên DAIŞ'ê hatin rûxandin. Kartapolov ragihand ku di encama van operasyonan de DAIŞ'ê windahiyên giran daye, lewma taktîk guhertiye û li nava cih û warên sivîlan belav bûne.
Serokê Daîreya Bingehîn a Operasyonê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê Andresy Kartapolov anî ziman ku di operasyonên bi artêşa Sûriyeyê re di nava koordîneyekê de tê meşandin, DAIŞ'ê gelek ji çek û cebilxaneyên xwe winda kiriye û çete amade ne herêmên tevgerê biterikînin.
'JI 30'Ê ÎLONÊ Û VIR VE LI 456 HEDEFAN HATIYE XISTIN'
Kartapolov da xuyakirin ku jetên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê ji 30'ê Îlonê dema destpêkirina operasyonê û vir ve 115 jê bi şev 669 sortî pêk anîne û got, "Li gorî daneyên li ber destê me, heta roja îro ji 456 hedefên DAIŞ'ê hatine xistin. Di encama operasyonan de me zerareke cidî dan sîstem, depoyên cebilxaneyan û nuqteyên kontrolê yên rêxistina terorê."
'DI HEFTEYA BIHURÎ DE 394 SORTÎ HATIN KIRIN'
Kartapolov da zanîn ku jetên Rûs di hefteya bihurî de 394 sortî kirine, li 46 nuqteyên kontrolê, 6 navendên hilberîna teqemeniyê, 22 depoyên eşya û sotemeniyê, 272 stargeh û kampên DAIŞ'ê xistine.
'LI HEMBER HEV RADIBIN, FÎRAR ZÊDE DIDIN'
Korgeneral anî ziman ku piştî operasyonên jetên Rûs çeteyên DAIŞ'ê li herêmên çiyayî, daristanî û li nava cih û warên sivîlan belav bûne û got, "Operasyonan moraleke mezin a terorîstan xera kirin. Di nava çeteyan de nerazîbûna li hemberî fermandarên DAIŞ'ê zêde dibin, li hemberî hev radibin. Fîrar, rev zêde dibin."
Kartapolov ragihand ku rojane bi qasî 100 çeteyên DAIŞ'ê mîna penaberan ji Sûriyeyê derbasî Tirkikyeyê dibin û rêxistin nema depoyên mezin ên çekan çêdike.